Hevpeyvîn : ALÎ GULER / CANNES
Derhênera filmê “Keçên Rojê” Eva Husson, bal kişand ser têkoşîna jinên kurd a li dijî DAIŞ´ê û got, “Jin bi perspektîfên Ocalan, civakek nû diafirînin.” Eva Husson, bi xwe derhênereke fransî ye. Lê koka malbata wê ji Spanyayê ye. Kalikên wê di şerê navxweyî yê Spanyayê de li dijî Franco şer kirine. Li Parisê dijî. Husson, heta niha ji bilî çend kurtefilman, 2 filmên metraj direj kişandine. Filmê wê ya yekem a metraj dirêj, “Bang Gang” e. Ev film, li Toronto û çendin festîvalên navneteweyî yê din de xelat wergirtine. Derhênera jin, bi vê filmê navê xwe li cihana sînemayê da nasîn. Filmê metraj dirêj ê duyem jî li ser mijara tûkoşîn û şerê jinên kurd a li dijî DAIŞ´ê ye. Film, li 71’mîn Festîvala Navneteweyî ya Cannesê ji bo xelata “Palmiyeya Zêrîn” di pêşbirkê de ye. Filmê “Keçên Rojê” roja şemiyê hat nîşandan û rastî eleqeyeke mezin hat. Film behsa êrîşên DAIŞ´ê, trajediya êzîdiyan û berxwedana jinên kurd dike. Derhênera jin Eva Husson, dibêje, wê dema çîrokan van jinan xwendiye, gelek tesîr lê bûye û biryara çêkirina filmekî bi vî rengî daye. Eva Husson bawer dike ku kaos û gengeşiya Rojhilata Navîn bi tekoşîna jinê wê çareser bibe. Ew vê jî di fikra Abdullah Ocalan de dibîne. Derhênera Fransî Eva Husso, li ser filmê “Keçên Rojê” û têkoşîna jinên kurd a li dijî DAIŞ´ê bersiva pirsên me dan.
Cenabê te ji kengî ve kurdan nas dike?
Ez ji mêj ve kurdan nas dikim. Lê eleqeya min bi pirsgirêka kurd ve ji sala 2014´an ve heye. Dema êrîş û komkujî li Şengalê pêk hat, kurdan bêhtir bala min kişand. Min jî li ser kurdan xwend û lêkolîn kir. Jixwe, ji sala 2016´an ve jî bi rêk û pêk çûm Kurdistanê.
Fikra filmê “Keçên “Rojê” çawa derket holê? Cenabê te çawa biryareke bi vî rengî wergirt?
Kalikê min kesekî komînîst bû. Ew di şerê navxeyî yê Spanyayê de esker bûye û li dijî faşîzmê şer kiriye. Birayê wî jî kesekî anarşîst bûye. Wan bi hev re li dijî Franco şer kiriye. Piştre derbasî Fransayê bûne û di nava berxwedana Parîsê de cih girtine. Ez neviya partizanekî me ku li dijî faşîzma Franco şer kiriye. Ji bo wê jî, di xwîna min de dijberiya faşîzmê û berxwedan heye. Dema min serpêhatiya jinên çekdar û têkoşer xwend, bi rastî jî gelekî tesîr li min kir û bala min kişand. Ji ber ku mijara Franco û ya niha li Rojhilata Navîn diqewime, wekî hev in. Min dema çîroka jinên kurdên berxwedêr xwend, biryara çêkirina fîlmekî wisa wergirt.
Çêkirina filmê çiqasî dewam kir?
Piştî demeke direj a lêkolinê, ez 2016´an çûm Kurdistanê. Di serî de Maxmûr, ez li gelek deveran geriyam. Bi şervanên jin û mêr re min hevdîtin kirin. Rojnamegerên li heremê di nava şer de mabûn, min bi wan re hevpêyvîn kirin. Ji bilî van kesan bi gelek kes û der û doran re min hevdîtin kirin. Ez bi wan kesan re peyivîn ku jinên êzîdî yên hatibûn revandin ji Reqa û Misûlê derbasî Kurdistanê dikirin. Piştî lêkolînê û van hevdîtinan min dest bi nivîsandina senaryoyê kir. Fîlm di 2017´an de hat kişandin. Di serî de me xwest filmî li Kurdistanê bikişînin. Lê ev talûkeyeke mezin bû. Min nexwest jiyana ew qas kesan bikim talûkeyê. Piştre me plana duyemîn kir dewrê û em çûn Fasê, ew jî nebû. Herî dawî me li Gurcistanê cihê hevbeş dît û me li wir fîlm kişand.
Cenabê te, têkoşîna jînên kurd a li dijî DAIŞ´ê çawa dibîne?
Çong danayînin, teslîm nabin. Şer dikin û li ber xwe didin. Ev hemû bi xwe re serketin û azadiyê tînin. Ev jî hêz û moralê dide. Ev serketina jinên kurd e. Jixwe, min ev film jî ji ber vê sedemê çêkir. Ez di wê baweriyê de me ku têkoşîna jinên di vî filmî de, ji bo hemû jinên cihanê wê bibe mînak. Ji ber ku em di vî filmî de behsa hemû jinan dikin.
Ev filmê cenabê te ya metraj dirêj a duyem e. Gelek mijareke giran û bi rîsk e. Dema te biryar da tu vê filmî çêkî, qet tu netirsiyayî gelo?
Rast e, ji bo min gelekî bi tirs û rîsk bû. Hem di warê fikrî de hem jî di warê fizîkî de. Jixwe, ji ber vê mebestê demeke dirêj dewleta Fransayê ewlekarî da min. Li aliyê din, çûyîna Kurdistanê jî a Gurcistanê jî bi rîsk bû. Dema me girtina dîmenên filmî qedandin, li Gurcistanê teqîn çêbûn. Lê li gorî min qîmeta van tişta tune. Ji ber ku heger tu di doza xwe de mafdar bî, rîsk ne tiştek e. Jixwe, ji bo çêkirana filmekî wisa jî xwe dana ber rîskan ferz e.
Di film de jinên kurd ne tenê li dijî DAIŞ´ê, li dijî nihêrina mêrtiyê û feodalîtiyê jî têdikoşin...
Jin bi perspektîfa fikra Ocalan a Marksîst û femînîst, li dijî civaka paşverû û feodal şer dikin û dixwazin jiyaneke wekhev û civakeke nûjen biafirînin. Jin bi vê perspektîfê têdikoşin.
Gelo cenabê te qet meraq dike, jinên îro li Şengal û Rojava li dijî DAIŞ´ê şer dikin, derheqê film de wê çi bifikirin?
Jinên Şengalê hîna ev film neditîne. Ez bawer dikim, ew jin di vê filmî de wê perçeyekî rastiya xwe bibînin.
Derheqê film de rexne jî hene. Hinek derdor dibêjin, propaganda hatiye kirin. cenabê te derheqê van rexneyan de çi difikire?
Ev rexne bêeleqe ne. Bi niyeteke xirab tên kirin. Li aliyê din jî hinek kes jî di filmê de digiriyan. Her kes dizane ku di film de propaganda tune. Navê tu rêxistinekê jî di film de nehatiye nîşandan. Ji ber vê, rêxneyên van kesan bê mane ne. Heta van rexneyan, ez li dijî jinê dibînim. Min tenê behsa mijar û rastiyekê kir. Ji bo were fêmkirin jî hinek termonolojiya Marksîzmê min bi kar anî. Ev rastiya kesên li wir e. Ez nikarim vê rastiyê biguherînim.
Film, filmekî jinane ye. Mijara wê jî bi heman rengî ye. Li gorî ew xelatek bidin filmê cenabê te?
Tîma film hemû jin nîn in. Em bi hevalên mêr ê di filmê de kar kirine, neheqiyê mekin. Ev film, bi xebateke kolektîf hatiye çêkirin. Lê ez hevî dikim ku di festîvalê de em xelatekê wergirin.
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin