Diyarname
4 partiyan 3 berendamên xwe nîşan dabûn û 3 kesan jî sînorê berhevkirina 100 hezar îmzeyan derbas kirin: Di dawî de 6 kes ji bo Serokomariya Tirkiyeyê bûn berendam.
Ji bo 4 partiyên li meclisê pêdivî bi berhevkirina îmzeyan ên ji bo berendame serokomarî nîn bû. Loma wan bi hêsanî berendamên xwe nîşan dan. HDP'ê hevserokê xwe yê berê Selahattin Demîrtaş, AKP û MHP'ê Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, CHP'ê jî Muharrem Înce wekî berendamê serokomarî nîşan dabû. Û ji bilî van yên xwestin bibin berendam divê 100 hezar îmze berhev bikira û ew pêvajoya berhevkirina îmzeyan saet 20.00'an de bi dawî bûn.
Li gor YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê)
Seroka Îyî Partî Meral Akşener 254 hezar, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu 166 hezar, Serokê Vatan Partisi Dogu Perinçek 117 hezar îmze berhev kirin û mafê berendamtiya ji bo serokomarî bi dest xistin. Serokê Partiya Edaletê Vecdet Oz tenê karî 2 hezar û 900 îmzeyan berhev bike û nikarî bibe berendam.
YSK sibê dê pêşlîsteya serokomarî eşkere bike û lîsteya teqez dê 13'yê mehê bê eşkerekirin û propagandaya ji bo serokomarî dest pê bike.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- KADEM'ê ji bo 'berendamên jin' bang li partiyan kir
- Demirtaş: 'Dest, mil û dengê min ciwan û jin in
- Konseya Ewropayê: Hilbijartinê bi paş ve bixin
- Partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin diyar bûn
- Ji CHP'ê 15 mebûs derbasî Îyî Partî bûn
- Hejmara mebûsên bajarên kurdan diyar bû
- Kîjan partî dê çiqas pere ji xezîneyê bigire?
- DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be