Diyarname
Li Îtalyayê di meha adarê de hilbijartin çêbûbû û ji bo sazkirina hikumetê kes bi ser neketibû. Ji wê rojê de hikumet saz nebû. Li ser vê yekê Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella îro bang li partiyan kir ku hikumetek "bêalî" bê sazkirin ku heta meha berfanbarê welat bi rê ve bibe.
Di hilbijartinê de "Tevgera Pênc Stêrk" a populîst û rastgira tundiraw "Lîga Bakur" herî zêde deng girtibûn ku her du jî rastgir in. Di hevdîtinan de her duyan li hev nekiribû ku hikumetê saz bikin.
Serokê Lîga Bakur Matteo Salvini li ser gotina serokomar wisa got: "Divê hurmetê nîşanî dengên gel bidin. Yan divê hikumetek rastgir a navendî bê çêkirin an jî di kurtedemê de hilbijartin ji nû ve çêbibe."
Serokê Tevgera Pênc Stêrk Luigi Di Maio jî li ser twitterê re bang kir ku di meha tîrmehê de dîsa hilbijartin li dar bikeve.