Diyarname
Real Madrid û Bayer Munih di maça yekem a nîv fînalê de li Almanyayê Real Madrid bi 2-1 bi ser ketibû û bi vê avantajê li mala xwe dest bi maçê kir. Di maça li stada Santiago Bernabeu de 90 deqe bi heyecan derbas bû. Hê di deqîqeya 3'yan de gol hat: Li ser navê Bayer Munihê Joshua Kimmich gol avê û bû 1-0. Madridê di deqîqeya 10'an de bi Karim Benzema bersiv da û nîveka yekem wisa bi dawî bû: 1-1.
Heta di destpêka nîveka duyemîn de Karim Benzema ji şaşiya qeleparêzê Munihê Ulreich fêde girt û encam kir 2-1. Di maçê de gol jî hebûn, heyecan jî. Di deqîqeya 63'yan de James Rodriguez bersiv da, encam bû wek hev (2-2) lê ev encam tenê bi kêrî Real Madridê hat.
Real Madrîd derketin fînalê û Bayer Munih vegeriya mala xwe.
Fînalîstê din
Ji bo derbasbûna fînalê maça din sibê li Îtalyayê tê lîstin. Roma tîma îngilîz Liverpoolê dike mêvan. Di maça yekemîn de Liverpool bi 5-2 bi ser ketibû.