Diyarname
Du tîmên şaredariyên kurd ên Şaredariya Amedê û Wanê hatin ba hev. Di encamê de Wan Belediye Spor bi ser ket.
Di Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), Lîga 2'yem Koma 4'em de îro du tîmên şaredariyên kurd, tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dîskî Spor û tîma Şaredariya Wanê Wan Belediye Spor li Amedê, li Tesîsên Seyrantepeyê hatin hemberî hev. Di maçê de Wan Belediye Sporê Dîskî spor bi 1-0'ê têk bir û pûanê xwe derxist 19'an. Diskî spor jî di 14 pûanan de ma.
Kunyeya Maçê:
Stad: Tesîsên Seyrantepeyê
Hakêm: Erdem İren, Mehmet Mazlum, Fettah Yigit
Dîskî Spor: Bulent, Kerem Can, Mehmet Ali, Oktay, Abuzer (Dq. 67 Hakikat), Ahmet, Ali Yildirim (Dq. 73 Caner), Emrah, Erkan, Fatih (Dq. 84 Mehmet), Abdullah
Wan Belediye Spor: Ozcan, Berkan, Turan, Zeki, Murat, Abdullah, İlhan, Ali (Dq.70 Yertek), Erkan (Dq. 78. Tufan), Serdar, Ferhat (Dq.87 Yavuz)
Gol: Deqîqe 39 İlhan (Wan Belediye Spor)