Diyarname
Fîlmê derhêner Kartal Tibet ê bi navê "Tosun Paşa" bi hevkariya Komeleya Çanda Çîn - Tirk li çînî hat wergerandin û dublaja wê hat kirin.
Serlîstikvaniya "Tosun Paşa" Kemal Sunal, Adile Naşit, Şener Şendikin û fîlm yek ji klasîkên Yeşîlçamê ye. Niha fîlm bi çînî ye. Dublaja fîlm jî mamoste û xwendekarên komeleyê kirin.
Di fîlm de ji bo bibin xwediyê Newala Şîn di navbera eşîrên Tellîogullari û Seferogullari de pevçûn derdikeve. Her kes ji Tosun Paşa ditirse. Telliogullari vê yekê bikar tînin, kincên Tosun Paşa li Şabanî (Kemal Sunal) dikin. Lê piştî demek Tosun Paşayê rastîn dertê holê.
Çîroka werger û dublajkirina vî fîlmî diçe heta sala 2015'an. Wê demê hin beş jê hatibûn wergerandin û dublajkirin ev yek li Çînê hatibûn ecibandin. Ji ber vê ev yek domkirin û niha beşên din lê zêde kirin.
Kunyeya fîlm:
Derhêner: Kartal Tibet
Senaryo: Yavuz Turgul
Sazkar: Nahit Ataman, Ertem Egilmez
Derhênerê dîmenê: Kriton İlyadis
Berhem: Nazim Hîkmet Ran
Dema ketina vîzyonê: 01.02.1977
Mawe: 86 deqe
Vaye beşên dawî ku dublajkirine: