Diyarname
TFF'ê biryar dabû ku maça Fenerbahçe û Beşîktaşî ya Kûpaya Zîaatê ku hatibû betalkirin ji nû ve, ji cihê lê mayî bê lîstin. Li ser vê yekê Beşîktaş biryarek radîkal ka: Ew dê dernekeve maçê. Klûba Beşîktaş li ser vê ev daxuyaniya nivîsî weşand: "Ligel mezinên klûba me û Lijneya Dîwanê di civîna nirxandinê de fikrên xwe gotin û paşê lijneya me ya rêberî civîn li dar xist. Biryara me ev e: Li hemberî bidyara hatiye girtin ji bo em reaksiyona xwe nîşan bidin me biryar da ku dernekeve maça ku biryar dane dê 3'yê gulanê bê lîstin."
Li gor statuyê ger Beşîktaş dernekeve maçê dê hem wekî têkçûyînê bê hesibandin, hem sala bê nikaribe beşdarî Kûpaya Zîraatê bibe û her wiha îsal çi pere ji kûpayê bi dest xistiye dê ji dest berde.