LUQMAN GULDIVÊ
Ji ber nexweşiyê dema ku Mîqdad Mîdhad Bedirxan berê xwe da Qahîreyê, Qahîreyê ew heyranî xwe hiştibû. Bajarekî ku li derveyî Stenbolê bi pêş ketibû, bajarekî ku bi xwe dibû navenda paytextî û ya rastî jixwe êdî tu tesîra Osmaniyan li ser nebû. Wî li Qahîreyê derfetên din jî dîtin, derfetên çapkirina rojnameyekê, bi gotinên wê ji bo "qenciya" miletê kurd. Wî "gelek zehmetî" kişandin, û "gelek pere xerckirin" di vê rêyê de û 5 hejmarên rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê derxistin. Hejmara yekê jî 22´yê Avrêla (Nîsana) 1898´an derçû. Em behsa serpêhatiyeke 120 salan dikin ku tê de rewşenbîr û pêşengên siyasî û civakî yên civaka kurd xwe dan ber barê ragihandineke ji bo kurdan, ji bo rizgariya wan. Sedem jî di serî de ew bû ku wan baweriyeke xurt pê anîbû ku bi xwendekirin û agahdarkirina kurdan û nexasim jî ciwanên wan, derfet wê ji civaka kurd re peyde bibûna ku azad bibe. Ango ji bo wan azadiya miletê kurd rizgarkirina wan û xaka wan armanceke "pîroz" û ew jî tîr bûn ku ber bi wê armancê ve diçûn.
Salên 1990´î di vê rêya hanê de gelek kesan da ser şopa heqîqetê û ew jî bûn armancên hêvîkujan; dewleta Tirk a ku mîna xewnereşkekê li şiyarbûna miletê kurd dinihêrî, bi destê hêzên xwe yên kontra û bi destê xwe bi xwe, bi dehan xebatkarên çapemeniya azad qetilkirin. Ji Huseyîn Deniz, Musa Anter, heta bi bombekirina avahiya Ozgur Gundemê li Stenbolê.
Tenê ne kuştin û girtina rojnamegeran, belavkarên rojnameyê ku li Amedê pirraniya wan zarok bûn, ketin ber satorên nemirovan, rih necisan. Bi derewan navê xwedê hildan û pişta wan zarokan wesle wesle kirin. Nav nehiştin ku ku rojnameyên bikevin şûna yên qedexekirî karibin li xwe bikin. Lê wê işqa lêgerîna heqîqetê, tovê xwe 120 salan berî niha reşand û îro bi hezaran kes tevî mîrateya berxwedana ragihandina azad, didin ser wê rêyê, çawa ku Mîqdad Mîdhad berî bi 120 salan gotî, ji bo "qenciya" miletê kurd.
Bi vê minasebetê, hêja ye em bi kurtî be jî meseleyeke muhîm a ragihandinê û girîngiya ragihandina azad li vir bibêjin. Di rejîmên otorîter û ne otorîter de, dawîhatina li pirrengiya ragihandinê pirsgirêkeke cidî ye ku mirov bi hêsanî dikare wekî krîzê bi nav bike. Nexasim jî piştî wê yekê ku êdî em behsa serdema "piştî rastiyê (post-truth)" dikin. Ango ew meydanên xeyalî yên dîjîtal ên ragihandinê jî bi jehra agahdariyên belawela, dezînformasyon, înflasyona agahiyan û nûçeyên derew nexweş hatiye xistin. Ango ew meydan jî dikare derfetê bide ragihandina azad, lê li wir jî heman tehlûkeya giştî ya li ser ragihandinê ya di asta krîzê de heye.
Sedema krîzê ew e ku ew a jê re dibêjin "mainstream (herika sereke)" yan bi rêya dewletan yan jî bi rêya şirketan êdî di yek destî de kom dibin û kontroleke wan a hema hema mutleq li ser belavkirina nûçe û agahiyan ava dibe. Ya ku li Tirkiye, Rusyayê bi destê dewletê yan jî desthilatdariya heyî qewimî, li Îngilistanê bi destê Rupert Murdock ê ku amerîkî şirketên wî News Corparation û Skyê qewimî. Dema ku tevahiya awa û rengên ragihandinê di yek destî de kom bibin, maneya wê ew e ku rastî tê tepisandin û ragihandina alternatîf û azad jî girîngtir dibe.
Ragihandina azad a Têkoşîna Rizgariya Kurd di vî warî de xwedî tecrubeyên girîng e ku dikare ji bo avakirina alternatîfên vê krîza global jî bi dewreke diyarker rabe, heta pêşengiyê bike. Ji bo vê, xebatkarên ragihandina azad divê bi girîngiya karê xwe zanibin. Divê ji nava qirêja vê avzêma bi agahiyên derew û dezînformasyonan lewitandî de bibin parzûna rastiyê, divê ew karibin ji bo civakên ku bi derewan bêhn li wan hatî çikandin, bibin hewaya zozanên azadiyê û heqîqeta azadiyê. Ne bîla sedem bû ku Mîqdad Mîdhad berî bi 120 salan, neçar, dûrî navenda desthilatdariya Osmanî li Qahîreyê hejmara yekê ya Kurdistanê derxist.
guldive@yahoo.fr
23.04.2018, Yenî Ozgur Polîtîka