Diyarname
Li Tirkiyeyê bi guherîna zagonê re di vê hilbijartinê de hejmara mebûsên ku dê bêne hilbijartin ji 550'î derxistin 600'î. Li gor vê hejmara mebûsên bajaran jî guherîn.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê hejmara mebûsûn bajaran eşkere kir. Li gor vê di hin bajarên kurdan de jî hejmara mebûsên ku dê bêne hilbijartin guherî. Me ew dan hev.
Wekî notek din: Li Enqereyê heta niha du herêm hebûn niha kirin 3, li Bursayê herêm nîn bûn niha kirin 2 herêm. Ji vê mînakê li Enqereyê ji bo mebûsek bê hilbijartin divê partiyek 151 hezar dengî bigire. Ji bo li Stenbolê yek bê hilbijartin 153 hezar û 359, ji bo li Îzmîrê bê hilbijartin jî divê 152 hezar û 845 dengan bigire.
Vaye hejmara mebûsên ku li bajarên kurdan dê bêne hilbijartin:
- Agirî: 4
- Amed: 12
- Batman: 5
- Bedlîs: 3
- Culemêrg: 3
- Çewlig: 3
- Dêrsim: 2
- Elezîz: 5
- Entab: 14
- Erdexan: 2
- Erzerok: 6
- Erzîngcan: 2
- Îdir: 2
- Meletî: 6
- Meraş: 8
- Mêrdîn: 6
- Mûş: 4
- Qers: 3
- Sêrt: 3
- Şirnex: 4
- Wan: 8
Li sê bajarên mezin jî hejmar wisa çêbû:
- Stenbol: 98
- Îzmîr: 28
- Enqere: 36
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Kîjan partî dê çiqas pere ji xezîneyê bigire?
- DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be