Diyarname
Celino Villanueva Jaramillo li bajarê San Jose de Mariquina dijiya û di dema dawî de li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê roja 19'ê mehê wefat kir. Taybetiya wî ew bû ku bi 121 saliya xwe li dinyayê zilamê herî extiyar bû.
Ew di 25'ê tîrmeha 1896'an de li Jaramillo hatibû dinê. Ji ber ku belgeya rojbûna wî nebû nekarî bikeve nava Pirtûka Rekoran a Guinnesê lê dîsa jî xwedî pênaseya "zilamê herî extiyar ê li dinê" bû.
Rojên barê li erdê ketibû û sê parsûyên wî şikiyabûn, ji ber vê yekê jî pişika wî ya rex jî zirar dîtibû.