Diyarname
Par bi navê "Ji bo Tirkiyeyek ku dixwîne, li her derê ji bo her kesî pirtûk" xebatek hatibû dest pê kirin. Organîzasyon ji aliyê Weqfa Ji bo Her Kesî Pirtûk û Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) hatibû kirin û navê "Roja Diyariya Pirtûkan" hatibû danîn. Biryar ew bû ku her yekşema sêyemîn a meha avrêlê de ev roj bê pîrozkirin. Îsal carek din ev roj tê pîrozkirin û Weqfa Ji Bo Her Kesî Pirtûk bi diruşma "Pirtûkek jî tu diyarî bike" hedef daye ber xwe ku îsal mîlyonek kes pirtûkan diyarî hev bikin. Weqf bang li pirtûkhezan dike ku di vê rojê de pirtûkan diyarî hev bikin.
Li Stenbolê roja 15'ê mehê di vê çarçoveyê de li Mînîaturkê dê Weqfa Ji Bo Her Kesî Pirtûk, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û TYB bi hev re çalakiyek li dar bixe.