Diyarname
Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê ku îsal 10'emîn car deriyên xwe vedike di navbera 13-22'yê mehê de li dar dikeve. Îsal 42 fîlm di festîvalê de ne. Fîlm li salonên wekî Vue Cinema, Rio Cinema û Soas University of London dê bêne nîşandayîn. Di festîval3e de 10 fîlmên metrajdirêj, 14 belgefîlm û 18 kurtefîlm hene.
Di festîvalê de dê xebat bidin belgefîlmekî serketî ku ev xelat li ser navê belgefîlmkar Mehmet Aksoy tê dayîn. Aksoy li Reqayê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de miribû. Her wiha belgefîlmê "Hevalên Mehmet" jî dê bê nîşandayîn. Dîsa fîlmê Mehmet Aksoy "Bein G" jî di festîvalê de ye.
Belgefîlmê derhêner Huseyîn Tabak ê bi navê "Efsaneya Kralê Nexweşik" ku li ser Yilmaz Guney kişandiye tê nîşandayîn. Dîsa belgefîlmê "Keçika Êzdî li Dijî DAIŞ'ê ye" (derhêner Gwynne Roberts ) ku li ser kumkujiya êzîdiyan hatiye kişandin jî heye. Fîlmê Kazim Oz "Zer" jî di festîvalê de ye.