Diyarname
Rêberê Lîbyayê Muammer Qedafî yê ku 42 salan welat bi rê ve biribû û di dawiyê de ji aliyê hemwelatiyên wî ve bi lînckirinê hatibû kuştin niha bi awayekî din dikeve rojevê. Biryar hat dayîn ku li ser jiyana wî rêzefîlmekî bê kişandin. Kanalê bi navê Amazon dest bi xebatan kiriye ku rêzefîlmî bikişîne. Navê rêzefîlm danîne "Sandstorm". Senaryoya rêzefîlm Carter Harris nivîsandiye û derhêner Mohamed Diab dê derhêneriya wî bike.
Di "Sandstorm" de dê çîroka jiyana Qedafî û welatê wî Lîbya ku ji çi guherînan re derbas bû bikişînin. Rêzefîlmê "Narcos" ku li ser jiyana Pablo Escobar hatibû kişandin ku ev rêzefîlm jî dê tiştek bi wî rengî be.
Serokê Lîbyayê yê berê Qedafî di sala 1969'an de dema 29 salî bû derbe kir û hat ser kar. Ji wê rojê heta sala 2011'an li ser hikum bû. Di şerê navxweyî yê Lîbyayê de ew hat lînçkrin û bi vî awayî hat kuştin.