Diyarname
Di Lîga Şampiyonan de Piştî Roma û Liverpool îşev du nîv fînalîstên din jî diyar bûn: Real Madrid û Bayer Munih.
Real Madrîd ku li mala xwe Juventus bi 3-0 têk biribû di maça li Juventusê de bi 3-1 têk çû lê bi vê encamê jî derbasî nîv fînalê bû. Real Madrîdê di 90+3 de penaltî bi dest xist û Ronaldo ew veguhart golê.
Di maça Bayer Munih û Sevilla de tu gol neaht avêtin. Di maça yekem de Bayer Muhîhê li mala Sevilla ew bi 2-1 têk biribû, bi vê avantajê derbasî nîv fînalê bû.
Ji bo maçên nîv fînalê 13'yê mehê roja înê saet 14'an de (li gor saeta Tirkiyeyê) dê li Nyona Swîsreyê pişke bêne kişandin.
**
Nûçeyên Eleqedar: