Diyarname
Piştî 20 rojnamegeran îro yek jê edîtor 4 rojnamegerên din hatin tewqîfkirin.
Edîtorê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Mehmet Ali Çelebî û rojnameger Reyhan Hacioglu û Hicran Urun ligel xebatkara rojnameyê Pinar Tarlak piştî çend rojên binçavkirinê îro derxistin pêşberî dadger. Ew bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin tewqîfkirin.
Dewletê bi kayyûmê dest danîbû ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun ku ev rojname jî di nav wê de dihat weşandin. Pêre 20 xebatkarên wan hatibûn tewqîfkirin.