Diyarname
Navenda Hunerê ya Mamlê ji sala 2009'an ve li ser navê Mamlê Xelata Hunerê dide; îsal ev xelat dan hunermend Xelîl Xemgîn.
Hunermend Mihemed Mamlê di sala 1925'an de li Mehabadê hatiye dinê û di 23'yê rêbandana 1999'an de wefat kiriye. Mamlê di jiyana xwe de 327 berhem pêşkêşî cîhana muzîka kurdî kirne. Ji bo bîranîna Mamlê ji sala 2009'an ve Xelata Hunerê tê dayîn ku îsal Xelîl Xemgîn hêjayî xelatê hat dîtin.
Ji bo xelatdayînê li Kolna Almanyayê merasimek hat lidar xistin. Pêşkêşvaniya şevê Kakşar Oramar kir. Gelek hunermend di merasimê de amade bûn. Piştî xelatdayînê hin hunermendan bi stranan coş da şevê.
Xelîl Xemgîn ku xelat girt got: "Bi taybetî ez ji vê xelatê li ser navê yên li Efrînê ber xwe didin digirim."
Par ev xelat dabûn hunermend Mezher Xaliqî. Heta niha hunermendên wekî Ehmed Kemendî, Nasir Rezazî û Hozan Zozan jî ev xelat girtine.