Diyarname
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Însiyatîfa Parastina Heskîfê, Platforma ji Xirakirina Sûrê re na û Platforma Piştgiriya ji bo Sûrê bang kiribû û ev banga wan deng veda. Li ser vê yekê roja 28'ê vê mehê li 20 welatan ji bo balê bikişînin ser Heskîf û Sûrê dê çalakî lidar bikevin.
Ji TEvgera Ekolojiya Mezopotamyayê û Însiyatîfa Parastina Heskîfê Ercan Ayboga ji bo MA'yê gotiye ku amadehiyên wan ên ji bo çalakiyên yên il 20 welatan didomin û tenê li Almanyayê dê li 5 cihan çalakî hebin. Ji Almanya heta DYA, Iraq û Îranê wê li gelek welatan çalakî li dar bikevin.
Ayboga dibêje ku di navbera salên 2006-2009'an de li Ewropa ji bo Heskîfê çalakî hatin li dar xistin û bi vê yekê fînansorên Ewropayê ku piştgirî didina bendava Ilisû ya ku Heskîfê noqav dike vekişiyan. Ayboga wisa gotiye: "DSÎ (Karên Avê yên Dewletê) her gav 'Heskîf xira bû, çû', 'av hat komkirin jî' derdixe pêş û dixwaze mirov bi paş ve gav biavêjin, lê rastî ne wisa ye. Ev çalakî nîşan didin ku têkoşîn didome. Armanca wan ew e nîşan bidin ku dijî vê xebatê tu têkoşîn nîn e. Em jî dixwazin vê xira bikin û nîşan bidin ku têkoşîna ji bo Heskîfê didome. Her dengê ji bo Heskîfê bê derxistin ew dê dengê xirakirinê bide rawestandin."