Diyarname
Birê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê bi navê Dilovan Îdrîs Barzanî îro wefat kir. Ji bo Barzanî li navçeya Pîrmam a Hewrêlê sê roj şîn hat danîn.
Dilovan Îdrîs Barzanî îro li Hewlêrê ji ber qeyrana dil wefat kir. Barzanî 52 salî bû.
Nêçîrvan Barzanî û Dilovan Îdrîs Barzanî wekî du zarokên cêwî bûn roja 21'ê rezbera 1966'an li herêma Barzan hatibûn dinê.
Dilovan Îdrîs Barzanî Nûnerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Kar û Barên Civakî bû. Barzanî ku ji bilî kurdî bi erebî û îngilîzî dizanî, bavê çar zarokan bû.
HDP'ê peyam weşand
Di vê navberê de HDP'ê li ser navê Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî nameyek weşand. Hevserokên HDP'ê got ku Dilovan Îdrîs Barzanî ji bo têkoşîna wekhevî û azadiya Kurdên Başûr (Iraq) ked daye û wisa got: "Wî li ser travmaya kurdên Başûr û kirinên dermirovî yên rejima Baasê ked daye, ew tomar kirine û ev xebata wî ya çêkirina bîra civakî dê neyê ji bîr kirin."
Di dawiya nameyê de wisa hat gotin: "Em ji bo Dilovan Îdrîs Barzanî ku li Hewlêrê di 52 saliya xwe di encama qeyrana dil de wefat kir ji Xwedê rehmê dixwazin. Ji bo Serokwezîrê Kurdistana Iraqê Nêçîrvan, gelê Kurdistanê û malbata Barzanî sersaxiyê dixwazin."