Diyarname
Li gor agahiyên nû Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî îro bi daxuyaniyeke eşkere kir ku wî ji serokwezîrî îstîfa kiriye.
Derbarê sedema îstîfayê de tu agahî nehatiye pêşkêş kirin lê hin rayedarên ofîsa Barzanî dibêjin ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dixwaze pêşî li siyasetmedarên nû veke û ji ber vê yekê îstîfa kiriye. Hin jî dibêjin ku Barzanî gotiye di navsiyasetê de ew heta îro gelek westiyaye û dixwaze êdî demê ji bo malbata xwe, nas û dostên xwe veqetîne.
Ji niha de ji bo ka dê dê kî bibe serokwezîr nîqaş dest pê kiriye. Dema hilbijartina Herêma Kurdistana Federe hê nedyar e lê hin dibêjin ku piştî hilbijartina giştî ya Iraqê dê li herêmê jî hilbijartin li dar bikeve.
Ger heta vir we ev nûçe xwendibe tiştek baş e lê em nizanin bi vê nûçeyê hûn kêfxweş bûn yan xemfîn bûn lê em dizanin ku Îro Roja Henekan a dinyayê ye.