Amed
Serokê HAK-PAR'a Amedê Nevzat Karakeçî roja 21'ê mehê li Amedê beşdarî pîrozbahiya Newroza li Amedê bûbû. Ji ber ku wî di Newrozê de a
axaftin kiribû di nav partiya wî de nîqaş derket û Karakeçî îro îstîfaya xwe pêşkêş kir.
Piştî beşdariya Newrozê li navenda giştî ya HAK-PAR'ê nîqaşa îxrackirina Karakeçî hatiye kirin, her wiha li nav tora civakî jî li dijî wî gotin hatine gotin, heqaret hatine kirin. Li ser vê yekê ji Karakeçî îstîfa kir.
Karakeçî hê mehek berê bûbû Serokê HAK-PAR'a Amedê û li ser meseleyê ji bo Ajansa Mezopotamya wisa gotiye: "Dema min ev peywir qebûl kir min soz dabû xwe ku li gor rastiya gel ezê tevbigerim. Bi rastiya gel ez beşdarî Newrozê bûm. Ez her fikirîbûm û min her anîbû ziman ku divê di navbera partiyên kurdan de diyalog û ragihandin hebe. Ger mesele têkoşîna kurdan be beşdariya min a Newrozê rast e."
Nevzat Karakeçî di axaftina xwe ya Newrozê de li ser yekîtiya neteweyî ya kurdan sekinîbû û wisa gotibû: "Êdî bes e. Em ji vir in û em li vir in. Bi rihê yekîtiya neteweyî em dijî zilmkaran bisekinin."