Diyarname
Nivîskar û çîroknivîs Sîdar Jîr bi pirtûkeke xwe ya din derket pêşberî xwendevanên xwe. Pirtûka ku bi navê "Handa" ji Weşanxaneya Lîsê derketiye sêyemîn pirtûka çîrokan a Sîdar Jîr e.
Sîdar Jîr ji zû ve ye di nav nivîsa kurdî de ye. Yekem pirtûka wî di sala 2004'an de bi navê "Ariya Giyanên Stewr" wekî çîrok derketibû. Ji bilî vê Jîr demek dirêj di Azadiya Welat de wekî qunciknivîskar jî nivîsî û di televîzyonê de jî bername çêkirin. Lê ji aliyên din wêdetir ew zêdetir bi çîrokên xwe, bi çîroknivîskariya xwe di nava çîroknivîskariya kurdî de cihek girîng bi dest xist. Sîdar Jîr ku serê xwe bi çîrokê diêşîne niha berhema vê êşa xwe pêşkêşî xwendevanan kir. Pirtûka wî ya nû "Handa" wekî sêyemîn pirtûka wî ya çîrokan derket lê di berga pirtûkê de ne "çîrok" wekî "Zincîreçîrok" (ev nav belkî bibe meseleya nîqaşê) lêkiriye. Pirtûka ku ji serî heta dawî çîrokên bi ser lehenga pirtûkê Handayê re diherikin di şiklê romanê de ye, lê ji ber ku di heman demê de çîrok in wisa diyar e ev navê "zincîreçîrok" hilbijartine. Di dawiyê de ji nav wêdetir naverok xwe dide der û xwendevan bi kurdiyeke xweş dîkarin çîrokan bixwînin.
Neynik, şeh, sindok, kilît û mekanê Handa lê ye di çîrokan de xwe didin der û çîrokan, mijaran pêşkêşî xwendevanan dikin.
Sîdar Jîr di pirtûka xwe ya çîrokan "Dozdeh Çirk" de jî çîrokên li dû hev û bi hev ve girêdayî bi awayekî hostetî girtibûn dest, vê şêwaza xwe di "Handa"yê de jî didomîne. "Handa" bi temamî 17 çîrokan pêşkêşî xwendevanan dike.
Sîdar Jîr kî ye?
Nivîskar û çîroknivîs Sîdar Jîr di sala 1980'yî de li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcle Fakulteya Perwerdehiyê xwendiye, li Zanîhgeha Anadolu Fakulteya Îqtîsadî Beşa têkiliyên Navneteweyî û li Zanîgeha Stenbolê Beşa Felsefeyê xwendiye. Di dema xwendekariya xwe de ligel hevalê xwe Deştî Rewşen fanzîna kurdî "Kulîlk" derxist, Heta niha edîtoriya rojnameya Azadiya Welat, kovarên wekî Kulilka Ciwan, W, Rewşenê kiriye. Ji bilî van bi navê "Şemamok" û "Dergûş" demek kovarên zarokan derxist. Wî li Azademiya Cegerxwîn di Beşa Ziman û Wêjeyê de dersên çîrok, werger û Dîroka Wêjeya Cîhanê da. Heta televîzyon hat girtin wî di Jiyan TV de bernameya "Lênûsk" amade û pêşkêş kir.
Berhemên wî:
- Ariya Giyanên Stewr, Çîrok, 2004, Weşanên Bajar
- Dozdeh Çirk, Çîrok, 2011, Weşanên Lîs
- Nasnameya Wêjeyê, Çîrok, 2015, Weşanên Lîs
- Handa, Çîrok, 2018, Weşanên Lîs
Wergerên wî:
- Bi kurdî hezkirinê bide min, C.Ersoz, Çîrok, 2006, Lîs
- Diyariya Sersalê, O. Henry, Çîrok, 2013, Lîs
- Mêrikê lal, Sherwood Anderson, Çîrok, 2013, Lîs
- Mishefa Reş & Bextê Reş, Amed Gokçen, Lêkolîn, 2014, İstanbul Bilgi Universitesi
- Handa / Sîdar Jîr / Zincîreçîrok / Weşanên Lîs / 111 rûpel / 2018