Diyarname
Kosova bi serjimariya (mîlyonek û 810 hezar kes) xwe hema bibêje bi qasî Hewlêrê (nêzî 2 mîlyonan kes) ye. Û pêvajoya ber bi serxwebûnê ve yê Kosovayê (2004) piştî Başûr (1992 gava yekem, 2003 gava duyem) dest pê kir. Kosova di sala 2008'an de bi temamî azad bû û bû welatekî serbixe. Navê wê yê fermî Komara Kosova ye. Ev Kosovaya ku em qal dikin niha gavek din avêt: êdî kodên xwe yên telefonê bikar tîne. Kosovayê heta niha di warê telefonê de kodên Sirbistan, Monako (+377) û yê Slovenyayê (+386) bikar dianî. Ji 24'ê adarê ve Kosova êdî kodên xwe +381 bikar tîne.
Kosova ji aliyê 116 welatan ve hatiye naskirin, lê ji ber nerazîbûna Çîn, Rusya û hin endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Kosova hê nebûye endamê NY'ê.