Diyarname
Konseya Ewropayê Rapora Îstatîstîkan a Cezayê eşkere kir. Li gor raporê Tirkiye di nav 43 welatên Ewropayê de ji aliyê hejmara girtî û hikumxwaran ve yekemîn e. Rapor dibêje ku li Tirkiyeyê 192 hezar û 627 kes li girtîgehan in û Tirkiye bi vê bûye yekemîn. Îngilistan bi 94 hezar kesî di rêza duyemîn de ye.
Li Tirkiyeyê hejmara kesên girtî di navbera salên 2006-2016'an de sedî 161 zêde bûye û Tirkiye bi vê yekê rekora Ewropayê şikandiye.
Rapor diyar dike ku ji asta xwe zêdetir sedî 3 kes li girtîgehan in.
Di warê kesên ji 10 salan zêdetir girtîne de Yewnanistan yekemîn, Tirkiye di rêza duyemîn de ye.