Diyarname
Her ku Newroz nêz dibe pîrozbahiyê ji bo Newrozê jî zêde dibin. Na, ne tenê kurd, serdestên kurdan, rayedarên dewletê jî Newrozê pîroz dikin lê bi "zimanê xwe". Pîrozbahiya herî balkêş ji Waliyê Agirî Suleyman Elban hat. Elban afişên pîrozkirina Newrozê bi tirkî û farisî li bilboardan daliqandin. Li Agirî faris dijîn? Na. Li Agirî faris hene? Na. Li Agirî kes bi tîpên farisî dizanin? Na. Lê afîş bi tirkî û farisî ye. Em jî vê wekî dîrok tomar dikin û wekî wêneyê rojê pêşkêşî we dikin.