Diyarname
Heta niha tenê Cristiano Ronaldo di Lîga Şampiyonan de bi ser 100'î re gol avêtibûn û niha lîstikvanê Barselonayê Lionel Messi jî gihîşt vê reqemê. Messi ji Ronaldo 14 maç kêmtir di Lîga Şampiyonan de lîstiye. Di hezar û 758 deqe ji Ronaldo kêmtir lîstiye û ji 266 şûtan kêmtir wî şût avêtine, ligel van yekan jî Messi gihîşt gola 100'î.
Barselona duh êvarê Chelsea kir mêvanê xwe. Di maça yekem de her du tîm bi 1-1'yê li hev kiribû, di vê maça duyem de Barsolayê bi 3-0 maç bi dest xist û derbasî çarîk fînalê bû.
Messi di maçê de 2 gol avêt û asîstek kir. Bi van Messi 100 golên xwe yên li Lîga Şampiyonan temam kir. Messi bi temamî di 123 maçên Lîga Şampiyonan de lîstiye. Ronaldo di 137 maçan de gola 100'î avêtibû.
Barselona bû 11 caran ser hev de derbasî çarîk fînalê dibe. Real Madrid 8 caran (1988-2004), Bayer Munih 7 caran (1997-2003) bi ser hev de derbasî çarîk fînalê bûye.