Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sinemayê (Siyad) her sal ji nav fîlmên li Tirkiyeyê ketine vîzyonê yên serketî hildibijêre û xelatê dide. Îsal 50'emîn car xelat hatin belavkirin. Di şevê de fîlmê Reha Erdem "Koca Dunya" bi ser ket.
Ji bo xelatdayînê merasim li dar ket. Di 12 waran de xelat hatin belavkirin. Fîlmê Reha Erdem "Koca Dunya" di warê Fîlmê Herî Serketî, Derhenêrê Herî Serketî, Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî, Vesazkirina Herî Serketî, di 5 warande xelat girt û mohra xwe li şevê da.
Vane xelatên hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: Koca Dunya (Derhêner Reha Erdem)
- Derhênerê Herî Serketî: Reha Erdem (Koca Dunya)
- Fîlmê Yekê yê Herî Serketî: "Kaygi" (Derhêner Ceylan Ozgun Ozçelik)
- Belgefîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî: "Bluea" (Derhêner Sertan Unver)
- Lîstikvana Herî Serketî: Başak Koklukaya (Bi rola di "Îşe Yarar Birşey" de)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Aytaç Uşuna (Bi rola di "Sari Sicak" de)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Ayta Sozeriye (bi rola di "Aile Arasinda" de)
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Yigit Ozşenere (bi rola di "İşe Yarar bir şey" de)
- Vesazkirina Herî Serketî: Reha Erdeme
- Derhênera Hunerê ya Herî Serketî: Naz Eraydaya (Bugday)
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Florent Herry (Koca Dunya)
- Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî: "Li Perava Jiyanê"
Her wiha di şevê de Xelata Rûmetê dan Duygu Sagiroglu û Denîz Turkalî. Xelata Kedê jî dan Îbrahîm Enez.
**
Nûçeyên Eleqedar: