Diyarname
Wezareta Çandê ya girêdayî Hikumeta Tirkiyeyê kayûm danîbû ser "Turkiye Musiki Eser Sahipleri Meslek Birligi’ (MESAM / Yekîtiya Pîşeyên Berhemên Muzîkê ya Tirkiyeyê) û ev kayûm piştî nîqaşan niha hat ser kar.
Serokatiya MESAM'ê Arif Sag dikir. Roja 5'ê mehê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê kayûm danîbû ser MESAM'ê û hin wekî kayyûm şandibûn ser kar. Wezaretê wekî kayûm Yavuz Bingol, Recep Ergul, Polat Yagci, İpek Açar, Turhan Taşan, Fuat Guner û Coşkun Sabah peywirdar kiribûn lê Bingol ev peywir qebûl nekiribû. Paşê Vedat Çetinkaya ketibû cihê Bingol. Ev kayûmên ji 7 kesî pêk tê li hev civiyan û Coşkun Sabah wekî serokê xwe hilbijartin.
Coşkun Sabah piştî peywir qebûl kir got ku di nav sê mehan de dê hilbijartinê çêbikin.
Ev pêvajoya ber bi kayûmê ve çû bi vî awayî dest pê kiribû: Serokê MESAM'ê Orhan Gencebay û Arig Sag dê her yek salek serokatiya MESAM'ê bikira. Gencebay di 16'ê rêbendana 2018'an de îstîfa kir. Li gor nûçeya di 18'ê wê mehê de li nav çapemenî belav bû hat gotin ku Arif Sag gotiye ew baş bûye (ku nexweş bû), li ser vê li nav endaman dengdan çêbû û li hemberî 5 dengan, Sag bi 6 dengan wekî serok hat hilbijartin. Li ser vê yekê Gencebay hem bi temamî dest ji kar berda û hem jî dijî vê yekê daxuyanî dan. Hikumetê jî kayûm danî ser saziyê.
Li gor rêziknameya MESAM'ê divê 11'ê adarê kongreya asan li dar bikeve lê piştî kayûmê ev kongre hat betalkirin û niha kayûm dibêje di nav sê mehan de dê kongreyê çêbikin.
Hikumeta Tirkiyeyê heta niha nêzî sed kayûm danîbûn ser şaredariyên kurdan.