Diyarname
Li paytexta Misrê Qahîreyê 11'emîn Festîvala Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest hê kir. Ligel fîlmên ji Misrê, ji welatên wekî Swîsreyê, Kanada, Hollanda, Arjantîn û Norwecê jî di nav de ji 34 welatan 54 fîlm têne nîşandayîn.
Îsal mêvanê rûmetê yê festîvalê Lubnan e û fîlmên di vî warî de jî têne nîşandayîn. Festîval 3'ê mehê bi nîşandayîna filmê ji Cezayîrê yê bi navê "Heta dawiya zemên" dest pê kir û heta 9'ê mehê dê bidome. Fîlm li Sînemaya Zawya, Enstîtuya Geothe, Navenda Çanda Fransiz û li Navenda Afirînerî têne nîşandayîn.