Diyarname
Mîlyon û nîv heb keriya penguenên cisnê Adelie li Antartîkayê hat dîtin. Berê hay ji vê kerî nîn bû û nû hat kifşkirin.
Li gor gotara di Kovara Raporên Zanistî de hat weşandin penguenên Adelie berê nedihat zanîn ku hene yan na. Ew li "Giravên Talûke" hatin dîtin ku ev girav hindiktir ketine bin bandora mirovan û kişwerê.
Lêkolîner dibêjin ku "Giravên Talûke" li cihek gelek dûrê bakurê Antartîkayê ne û ji ber ew der bi cemedên qalind pêçayîne penguenan kariye xwe baş biparêzin.
Ji Zanîngeha Stony Brook a li New Yorkê pisporê ekolojiyê Heather Lynch diyar kiriye ku di sala 2014'an de ji fezayê re pîsiya penuenan dîtine lê gotine ku dibe ev tiştek şaşwaz be lê paşê di lêkolînan de keriya penguenan kifş kirine.