Diyarname
Jiyana lîstikvanê tîma neteweyî ya Almanyayê û lîstikvanê Arsenalê Mesut Ozîl bû pirtûk. Pirtûka ku berê bi almanî û îngilîzî derketibû niha bi tirkî derket. Pirtûk bi navê "Mesut Ozil Futbolun Buyusu ve Gerçekleşen Hayaller (Mesut Ozîl Efsûna Fûtbolê û Xeyalên Hatine Cih) ji aliyê Dogan Kîtap ve li Tirkiyeyê hat weşandin. Pirtûka ku ji aliyê nivîskar Psotta ve hatiye nivîsin, Semih Uçar ji bo tirkî wergerandiye.
Ozîl di sala 1988'an de li Gelsenkirchen a Almanyayê hatiye dinê. Di sala 2006'an de li Schalke 04 bi awayekî profesyonel dest bi fûtbolê kiriye. Piştî Werder Bremen û Real Madrid ji sala 2013'an ve li nav tîma îngilîz Arsenalê dilîze. Ozil li Tirkiyeyê bi nîqaşa di nav tîma neteweyî ya Tirkiyeyê yan a Almanyayê de bilîze ket rojevê û wisa hat nasîn. Di rewşeke wisa de Ozîl tîma neteweyî ya Almanyayê tercih kir û hê jî di nav tîmê de dilîze. Dema di sala 2014'an de Almanyayê li Brezîlyayê Kûpaya Cîhanê bi dest xist Ozîl jî yek ji lîstikvanên vî tîmî bû.
Tîma alman an a tirkan?
Li ser beşdariya tîma neteweyî ya Almanyayê Ozîl wisa dibêje: "Ev biryar ne bêyî nîqaşê hat girtin. Ev dê bandor li hemû kariyera min bikira. Diya min Gulîzar dixwest ez ji bo Tirkiyeyê bilîzim, apê min Erdogan jî wisa difikirî. Bavê min dij derket û got 'Mesut li Almanyayê hatiye dinê, li Almanyayê çû dibistanê. Li dibistamên alman hînê fûtbolê bû. Ji ber vê yekê divê ji bo Almanyayê bilîze.' Kekê min Mutlu jî digot 'Mesut mecbûr e ji bo Almanyayê bilîze.' Min guh da hemû gotinên malbate û min fikra xwe saz kir. A rast ez ji serî de her wekî bavê xwe difikiriyam."
Mourinho jêre dibêje dostê min
Di pirtûkê de li ser jiyana Ozil, pêjajoya pêşketin û kemilîna wî ya li nav fûtbolê, her wiha bîranînên wî cih digirin. Her wiha dîtinên teknîk dîrektorê tîma Almanyayê Joachim Low, û teknîk dîrektor Jose Maurinho (Di real Madrîdê de bi hev de xebitîbûn) jî hatine pêşkêşkirin. Low gotiye ew heyranê Ozîl e û Mourinho jî gotiye ku ew dostê min e û ew bêriya wî dike.
Çûyîna Barselonayê
Berî Ozîl ji Werder Bremenê transferê Real Madrîdê bibe meseleya dê here Arsenal, Manchester United, Bayern Munih û Barcelonayê jî ketibû rojê. Ozîl li ser Barselonayê wisa dibêje: "Ez çûm serdana Barselonayê lê min fêm nekir teknîk dîrektorê wê demê Pep Guardiola min dixwaze yan na, ji ber vê yekê coşa ku ji bo Barselonayê li cem min bû kêm bû."