26.02.2018
Biryar hat dayîn ku Salih Muslim roja 27'ê mehê derxist pêşberî dadger. Muslim saet di 11.00’an de li Pragûe Mûnîcîpal Coûrt (Městský soud v Praze) Spalena 2, 12000 dê derxin pêşberî dadger.
Ji duh ve gelek kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriyê berê xwe didin Pragê. Wê gelek Kurdistanî û dostên wan rûniştina sibê bişopînin.
25.02.2018
Hevserokê berê yê PYD’ê û berpirsê Têkiliyên Derve yê Tev-Dem’ê Salih Mûslim ji bo konferansek çûbû paytexta Çekya Pragê û îro ew li wê derê hat binçavkirin. Hat gotin ku li ser daxwaza dewleta Tirkiyeyê ew hatiye binçavkirin. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze Çekya Salih Muslimî teslîmê wan bike.
Li ser vê yekê PYD'ê binçavkirina Muslim şermezar kir û ji bo serbest berdana Muslim bang li Komara Çekya kir ku wî berde. PYD'ê bang li kurdistaniyên Ewropayê û gelên dost jî kir ku ji bo serbestberdana Muslim bikevin tevgerê.
Hat gotin ku dê kurd li Ewropayê li ber avahiyên komara Çekya bên ba hev û daxwaza berdana Muslim bikin.