Diyarname
Li dinyayê meseleya penaberî her hebûye lê niha ji her demê zêdetir. Hunermendê navdar Ai Weiwei bi belgefîlmekî bal kişand ser vê meseleyê.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn koça mezin a mirovahiyê li dar e; li temamê dinyayê 65 mîlyon kes ji ber birçîbûn, guherîna kişwerê yan jî ji ber şer mal û milkê xwe, cih û warê xwe hiştin û reviyan. Hunermendê navdar Ai Weiwei bi navê "Human Flow" (Lehiya Mirovan) belgefîlmekî kişand û bal kişand ser vê koça mezin.
Weiwei tam salek li 23 welatan dîmen kişandin. Ji sînorê DYA-Meksîkayê heta Afganistanê, ji Kurdistan-Tirkiyeyê heta Afrîkayê, ji Fransa-Almanya heta Îtalyayê bi saetan dîmenên penaberan kişand û jê belgefîlmekî 140 deqîqeyî derxist holê. Belgefîlm di çarçoveya Festîvala Fîlmên Serbixwe İf İstanbul de derket pêşberî temaşevanan.
Belgefîlm gotinên wekî "Li Afrîkayê ji ber kişwerê koçek mezin heye ku sedî 26'ê koçber/penaberên dinyayê ji vir çêbûne lê kes eleqe nake", "Ji ber operasyona mezin a artêşa tirk 500 hezar kurd koçber bûn", "bi ketina Sovyetê ya Afganistanê re bi hezaran koçber çêbûn", "ji ber DAIŞ'ê bi sed hezaran kes koçer bûn" û gelek gotin, nîşe, dîmenên bi vî rengî pêşkêş dike.
Belgefîlm bi dorfirehî êşa penaberan, tirs, nediyarî, îzolekirin, meseleya azadî û mirovî, bi kurtahî bi awayekî xurt meseleyê ji aliyê mirovî ve digire dest û pêşkêş dike.
Hunermend Ai Weiwei di sala 1957'an de li Pekînê hatiye dinê, li Akedemiya Fîlman a Pekînê perwerdehiya anîmasyonê dîtiye. Ai ligel derhênerî û produktorî di heman demê de nivîsksar û kurator e. Belgefîlmî wî "Lehiya Mirovan" piştî festîvalên Adelaide, Hambur û Venedîkê niha jî li Stenbolê ye.
Ji bo kesên bixwazin lê temaşe bikin belgefîlm cara dawî roja 25'ê mehê saet 21.30 de li Cinemaksimum Akasyayê Salon 6 de dê bê nîşandayîn.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Karê herî zehmet her ew dikin
- Di 'İf İstanbul'ê de kurtefîlmên ji Tirkiyeyê
- 'IF İstanbul' pêşkêş dike