RÊBÎN YUSIF/ HEWLÊR
Şandeya Parlemena Herêma Kurdistanê ku çûbû Efrînê û rapor amade kiribû, ew rapora wan îro li parlemenê hat xwendin.
Rapor ji aliyê endamên şandyê Dr. Şêrko Heme Emîn ve hate xwendin. Vane notên ji raporê:
- Hejmara niştecihên Efrînê 900 hezar e. Du kampên penaberên şerê Sûriyeyê têde hene. Di van kampan de nêzî hezar kes têde dijîn.
Dîrok jî hat hilweşandin
- Ji Dibistana Seretayî heya Amadeyî 50 hezar xwendekar hene. Belê ji ber şer nikarin biçin dibistanan. Her wiha 2 hezar û 700 mamosta hene û 31 dibistanên gundan ji ber êrîşên Tirkiyê hilweşiyane. Cihên dîrokî yên Eyndar ku dîroka wan digihê hezar û 300 sal Berî Zayînê û li UNESCO hatine qeykirin bi heman şêweyê êrîşên DAIŞ’ê ji ber bombebaranên balafirên Tirkiyê rûxiyane. Her wiha hewldana rûxandina Bendava Dirawe hatiye dayîn. Ev jî metirsiyek mezin ji bo Efrînê çêdike.
Xebatên Nexweşxaneya Avrîn
- Di Nexweşxaneya Avrîn de 120 text hene. Hemû curên emeliyetan têde tên kirin. 148 karmendên wê hene. 24 saetan kar dikin û çareseriyên wê ji sedan sed bi lezgînî ye û rojane 700 heya 800 nexweş serdanê dikin.
- Di serdana şandeyê ya ji bo nexweşxaneyê de derket holê ku yên herî zêde li nexweşxaneyê ne zarok, jin û kesên bi temen bûn ku temenê wan navbera 70-80 salan de bû. Ew jî aliyê ew hêzên êrîşên ne mirovane yên li ser gundên Efrînê kirîn de hatibûn îşkencekirin.
Bazara Efrînê karê xwe dike
- Bazara Efrînê bazarek pir asayî ye û gel bi karê xwe re mijûl e. Her wiha bawerîbûna bi xwe û xwebexşiya wan diyar dike ku wê serbikevin. Heya niha ku meheke ji derveyî çend gundên biçûk ên Bilbilê, dewleta Tirk li çi sînorekî pêşde nehatiye. Çend gund rûxandine.
Li Cendires mizgeft, dibistan hatine rûxandin
- Nîvê Cendires hatiye rûxandin. Mizgeft, dibistan, projeyên aborî, cihên xwedîkirina lawiran û cihên dîrokî hatine rûxandin. Heya dema serdana şandê nêzî 166 sivîl şehîd bûne û 400 kes jî birîndar bûne. Di nava van de zarok, jin û kesên bi temen hene. 3 mamoste û 73 xwendekar jî şehîd bûne.
Ji Rojnewsê hatiye girtin