Diyarname
Îro Yekîneyên Gel ên Artêşa Sûriyeyê di encama hevdîtinên dîplomatîk û berxwedana gel de çûbûn Efrînê. Li ser vê yekê Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser van daxuyanî da
Mehmûd got ku piştî berxwedena wan a efsanewî ya li hemberî artêşa Tirk, rêxistinên terorîst wekî Cebhet El-Nusra, DAIŞ û hwd. yekîneyên wan daxwaz ji hikumeta Sûriyê û artêşa wê kiriye ku bi erka xwe ya parastina Efrînê û parastina sînorê Sûriyê li dijî dagirkeran rabe. Mehmûd wisa dom kir: "Li ser vî bingehî, hikumeta Sûriyê erka xwe pêk anî û yekîneyên leşkerî îro rêkirin. Ev yekîne wê li ser sînor werin bicihkirin û tevlî parastina yekîtiya axa Sûriyeyê û sînorê wê bibin.ʺ