Diyarname
Temenê sporê ye? Ma temenê hobiyê? Ev mînak nîşan dide ku temenê van tiştan nîn e. Jinek bi navê Eliza Fortî. Tam 83 salî ye. Jina arjantînî niha dê hilkişe çiyayê 6962 metreyî. Ev çiyayê Akon-Kaauga çiyayê herî bilind ê Başûrê Amerîkayê. Fortî dê ligel komek çiyagerên din hilkişe ser vî çiyayî.
Elîza Fortî vê hobiya xwe hê jî didomîne. Ew di 82 saliya xwe de derketibû ser Çiyayê Andê. Wê di hevpeyvînek ji bo radyoyê de gotibû ku pênc zarokên wê hene, ew digel her tiştê dest ji sporê bernade. Li gor gotina wê ew pêşî hînê boleybolê, dûre tenîs, dûre jî hînê soberiyê bûye û van yekan didomîne. Her wiha tam di 72 saliya xwe de dest bi pêşbaziya bezê kiriye ku ev spor jî li jiyana xwe zêde kiriye.


