Diyarname
Parlemena Eworapayê (PE) rapora ku bi ser navê "Li Tirkiyeyê rewşa heyî ya mafên mirovan" hatibû amade kirin bi piraniya dengan qebûl kir.
Di raporê de hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê hat şermezarkirin lê pêre jî ev gotin anîn ziman: "Ev hewldan ji bo bêdengkirina muxalefeta meşrû û aştiyane hatiye bikaranîn ku ev yek nayê qebûlkirin." Rapor dixwaze Tirkiye û PKK carek din dest bi muzakereyan bikin.
Hin xalên ji raporê bi vî rengî ne:
- Li Tirkiyeyê mijara maf û azadiyên bingehîn ber bi paş ve diçe, ev yek mijara xemxwarinê ye.
- Binçavkirin û girtina rojnamegeran hat rexnekirin. Rakirina destnedana mafê mebûsan hat şermezarkirin.
- Li Tirkiyeyê meseleya laîkî ber bi paş ve diçe û li hemberî beşa civakî ya kêmareyên olî cudakirin têne kirin.
Sosyal Demokrat û Demokratên Xiristiyan der barê "Tevgera Çiqlê Zeytûnê" ku Tirkiyeyê bi vê êrîş biriye ser Efrînê anî rojevê, li ser vê pêşniyarname hat dayîn. PE'yê ev pêşniyarname qebûl kir. Di v3e pêşniyarnameyê de ji êrîşê metirsiya xwe tînin ziman ku mirovên sivîl zirarê dibînin. Her wiha ji PKK'ê tê xwestin ku çekan berde û tê gotin ku ji bo bi awayekî adilane çareserkirina pirsgirêka kurd divê Tirkiye û PKK carek din li dor maseya muzakereyê rûnin.
Ev biryarên ku PE'yê girtin bi awayekî hiqûqî zordariyeke wê ku Tirkiye di cih de bîne cih nîn e, lê ev biryar ji bo welatên endamên YE'yê (Yekîtiya Ewropayê) muhîm in ku bi vê ew rewşa Tirkiyeyê baştir dibînin. Ev rapor dê bandorê li Rapora Pêşketina Tirkiyeyê ku Komîsyona Ewropayê amade dike bike. Komîsyon di meha avrêlê de dê raporê amade bike.