Diyarname
Midûriyeta Karên Serjimarî û Hemwelatiyê ya Tİrkiyeyê beşa lêgerîna nifşê malbatê ji bo gel eşkere kir. Yên bixwazin dikarin ji wir lê bav û kalên xwe binêrin ku koka wan diçe heta ku derê.
Yên dikevin rûpela ku bi ser e-dewletê re hatiye vekirin dikarin heta sedsala 19'an xwe bigihînin agahiyên xwe.
Ji ser malpera "https://www.turkiye.gov.tr/" yên bixwazin dikarin bikevin wê beşê, lê ji ber nû vebûye û gelek kes dikevin niha gelek giran bûye û hinek zor vedibe.
Ji bo lêmêzekirinê kes dikevin beşa Nufus ve Vatandaşlik İşleri Genel Mudurlugu" û di wir de jî dikevin beşa "Alt-Ust Soy Bilgisi Sorgulama"