ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ
Li Mûzexaneya Silêmaniyê bi navnîşana 'Efrîn sembola berxwedanê ye' pêşangehekî karîkatoran li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hate vekirin. Di pêşangehê de karîkatûrên çend karîkatûrîstan hatin nîşan dan.
Karîkatûrvan Perwer Mihemed têkildarî pêşangehê ji bo ajansa me wiha got; "Di vê pêşangehê de 9 hunermend beşdar bûne. 45 karîkatûr hatine nîşandan. Hemû karîkatûr têkildarî êrîşên li ser Efrînê ne. Hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat beşdar bûne. Bi karîkatûrên xwe xwestine trajediyên ku dewleta nû ya osmaniyan dijî kurdên Efrînê pêk tîne nîşan bidin."
Wê pêşangehe heya 9'ê mehê vekirî be.
Rojnews