Diyarname
Zanîgeha Înonu îsal 11'emîn Festîvala Kurtefîlman li dar dixe. Ji bo kesên bixwazin berhemên xwe bişînin heta 15'ê adara 2018'an li benda berhemên wan e.
Festîvala Kurtefîlman a Zanîngeha Înonu par 10'emîn salvegera xwe bi coş li dar xistibû, îsal di navbera 24-27'ê avrêlê de bi hevkariya Civaka Sînemayê ya Zanîngeha Înonu û Fakulteya Ragihandinê ya heman zanîngehê li dar dikeve.
Kurtefîlmên bikevin dereceyê dê bêne xelatkirin. Ji bo yekemîn 5 hezar, duymîn 3500 û ji bo yê sêyemîn jî dê 2500 TL xelat bê dayîn.
Ji bo agahiyên zêdetir û têkilî:
inonu.edu.tr/festival
festival@inonu.edu.tr