01.00
Zarokê jiyana xwe ji dest daye navê wî Yehya Hamada ye ku zarokek koçber e, ji bajarê Idlibê ye. Ligel malbata xwe ji wir rejiyabûn hatibûn Efrînê.
Saet li dor 00.30'yê şevê careke din balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê dest bi bombebaranê kirin. Zêdetir li Raco, Cindêres û derdora Efrînê bombebaran tê kirin.
00.00
Hat ragihandin ku heta niha yek jê zarok, şeş sivîl û sê şervanan di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye.
23.00
Li gelek bajarên Ewropayê kurd derketine kolanan û êrîşê şermezar dikin.
Li hin cihên Başûr jî çalakiyan dest pê kir.
22.20
Mebûsê HDP'ê Ziya Pîr ji bo Arti TV axivî û got ku sibê saet 12'yan de li Amedê li ber avahiya HDP'ê wekî gava pêşî dê daxuyaniyê bidin. Û bang li gel kir ku beşdar bibe.
21.30
Aldar Xelîl di televîzyonê de got ku berî êrîşê Rusyayê ji wan re gotiye hin cihên di destê wan de ne teslîmê rejima Sûriyeyê bikin, ger bikin ew dê pêşî li êrîşê bigirin, lê wan qebûl nekiriye. Piştî vê yekê êrîş û bombekirina Tirkiyeyê dest pê kir.
21.00
Bombekirina balafirên şer ên dewlata Tirk 3 saetan dom kir. Li gor agahiyên ji herêmê tên bombekirina balafiran niha rawestiya ye, lê bi ser Efrînê de topavêtina dewleta Tirk didome.
20.00
Hevserokatiya Konsereya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê banga piştgiriya Efrînê kir. Di daxuyaniyê de bang li hemû Bakurê Sûriyeyê û hemû kurdên li çar parçeyan hat kirin ku dengê xwxe derxin.
19.30
Hevseroka HDP'ê: Ev hewldana dagirkirinê ye
Hevseroka HDP'ê Serpil Kemalbay li navenda HDP'ê dema ligel Meclisa Jinan di civînê de bû bombekirin dest pê kir. Li ser vê Kemalbay daxuyanî da çapemeneyê û got: "Ev operasyon ne operasyona 'Çiqlê Zeytûnê' (Tirkan wisa nav li operasyonê kiriye) ye, ev hewldana dagirkirinê ye. Em li dijî hewldana dagikrina li hemberî Efrîn û Rojavayê ne."
Kemalbay got ku ew der li Sûriyê tekane cih e ku pevçûn lê nîn e, gelek kesên ji şer reviyane hatine wir bi cih bûne û got: "Em bang li hemû hêzên demokrasîxwaz û raya giştî dikin li hemberî dagirkirinê dengê xwe derxin."
19.15
Nûçegîhanê Ronahî TV ragihand ku li gor agahiyên gihîştine ber destên wan hejmara birîndaran li dor 25'an e.
18.00
TEV-DEM: 'Li Amedê bicivin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li Amûdiyan kir ku sibê saet 12'yan de li Qada Tevgera Jina Azad kom bibin.
Li Ewropayê kurdan dest bi çalakiyên şermerazkirinê kirin. Li Frankfurta Almanyayê çalatiya şermezarkirinê dest pê kir.
Dr: 7-8 birîndar hene
Dixtorekî ji Nexweşxaneya Efrînê radigihîne ku 7-8 birîndar hene, rewşa hinan giran e û bang li gel dike ku werin xwînê bidin ku pêdivî bi xwînê heye,
Hê Rusya yan DYA'yê li ser vê yekê tiştek negotiye.
17.15
Balafirên şer F-16 ên dewleta Tirkiyeyê ku ji Amedê rabûn bombe bi ser herêma Cinderêsê ya Efrînê de barandin. Îro saet li dor 17'an yekem car balfirên şer ên tirk rabûn û dest bi bombekirinê kirin. Tirkiyeyê navê "Çiqlê Zeytûnê" lê operasyon û bombebaranê kir. Tê gotin ku di bombekirinê de gelek kesên sivîl birîndar bûne. Ronahî TV ragihand ku pênc sivîl birîndar bûne.
Li gor ajansa Reuters piştî vê yekê Serfermandarê Giştî yê Rusyayê Valeri Gerasimov û Serfermandarê Giştî yê DYA'yê Joseph Dunford li ser meseleyê axivîne lê tu agahî belav nekirine.