ROJNEWS / SILÊMANÎ
Kongreya damezrandinê ya Tevgera Azadî ku ji aliyê endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ve hate şopandin, bi beşdariya 714 delege û sedan welatiyên ji herêmên cûuda yên başûrê Kurdistan û Iraqê, îro rêveberiya partiyê hat hilbijartin.
Tevgera Azadî jî li ser sîstema hevserokatî dimeşe lê ji ber sîstema hevserokatiyê di qanûnên Iraqê de nîn e di kongrê de serokê giştî yê partiyê hat hilbijartin lê hat gotin ku di pratîkê de ew dê rêbaza hevserokatiyê bidomînin. Di yek lîsteya ku delegeyan deng dan de Mihemed Ebdullah wekî Serokê Giştî yê Tevgera Azadî hat hilbijartin.
Li gel serokê giştî ev 15 kes wekî ji bo Meclisa Partiyê hatin hilbijartin: Bêrîvan Mihemed, Şîlan Şakir, Rebia Ebas, Ronak Mecîd, Kelsum Hisên, Rihan Hemadî, Peyam Rehman Resul, Azad Qadir, Nisra Receb, Ebdulwehap Ehmed, Naci Haci Aşûd, Wacîde Beyadî, Hemed Mela Ehmed, Komel Serhed, Birêz Mihemed. Xalid Reşîd û Emîn Tila Emîn jî wekî endamên yêdek hatin hilbijartin. Piraniya endamên Meclisa Partiyê ji jinan pêk tê.
Mihemed Ebdulla axaftina dawî ya kongreyê kir, kongre li tevahî malbatên şehîdan û endamên Tevgera Azadî pîroz kir. Ebdulla
Ebdulla qala qeyrana li başûrê Kurdistanê û gendeliya ku heyî kir û wiha dom kir: “Ev rewşa niha ya başûrê Kurdistanê û gendeliya ji aliyê rêveberiyê ve tê kirin wisa kiriye ku li vê parçeya Kurdistanê ne tenê kurd dagirker jî bi hemû şêweyek vir bi rê ve bibin. Em wekî Tevgera Azadî çareserkirina aloziyên li başûrê Kurdistanê wekî erka xwe dibînin.”
Mihemed Ebdulla di berdewama axaftina xwe de hem Hikumeta Herêmê hem jî Hikumeta Navendî ya Iraqê di ber pirsgirêkên ku rû dane de berpirsyar girt û wiha got: “Em bi wê bawer in ku aqilê demokratîk dikare pirsgirêkan çareser bike.”
Serokê nû yê Tevgera Azadî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em soz didin ku emê ji bo avakirina Kurdistaneke azad û demokratîk bixebitin. Emê bi vê hesta têkoşînê di hilbijartinan de serbikevin.”
Tevera Azadî ya Civaka Kurdistanê di 17’ê meha 10'an a 2014’an de hatiye damezrandin lê, di 04’ê meha 12'an a 2017’an de bi awayekî fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ve hate qebul kirin.
Li gorî hejmara 36 ya qanûna sala 2015’an a Iraqê, destûra ketina hilbijartinê ji bo Tevgera Azadî hatiye dayîn. Li gorî heman qanûnê jî Tevgera Azadî dikare şax û navendên xwe li seranserê Başûrê Kurdistan û Iraqê veke.