Dilşêr Bêwar
Berî "pişta du gotinan ligel te bişkînim" dubare pirtûka te ya haîkûyan a bi navê "Morana Gerdûnê" pîroz be. Bi taybetî piştî derçûna vê berhemê gelek çalakî bi awayekî tu tê dikevî rojeva kurmancînûs û "metinxwanên" kurmancî. Xweda zeyna te zêde bike. Ezê zêde serê cenabê te neêşînim keremî mexseda xwe bikim. Hevpeyvîna ku "Sputnik"ê bi te re kiriye bû sedem bi çend kelaman deng li te bikim.
Birayê ezîz wekî xwedevanekî kurmancî spasiya te dikim ji bo keda te daye wêjeya kurdî. Ne tu ne jî kesek din dikare keda wan wergeran û berhemên te ji holê rake. Yên te çap kirine ji dest te derketine êdî "malê" me ne. Bi xweşî û kêmasiyên xwe êdî parçeyek ji edebiyata kurdî ne. Wergerên te û yên kesin din pêpelûkên destpêkêne ji bo wêjeya kurdî. Tu û wergerên din bi saya serê wan berheman wekî paşnava xwe "nemir"î/in. Birakê ezîz nizam piştî hevpeyvîn weşiya te gotinên xwe xwendin? Dengê te hat guhê te? Ger armanca te polemîk bin welehî tu bi ser ketî. Na ger tu van gotinan ji dil dibêjî ew gotin li edebiyatnasekî nakevin. Te xêr e birê min wekî axayan çoyê xwe di ser me de dihejînî? Sedemê vê "ezezî"yê çi ye? Ma navê te neyê rojevê wê qiyamet rabe? Çima nahêlî çar zarê "xelkê" "cewher"ên metnên te li ber çavan raxînin. Birakê ezîz ezê çavê xwe ji hemû pirsên diviya bihatana pirsîn re bigrim. Lewre ezê yek pirsek bikim û bimînim li benda bersiva te. Ji kerema xwe re gotinên xwe "tane tane" bibêje.
Ji hevpeyvînê:
"Nivîskarên kurd gelekî dûrî sentaksa ya resen in." "Wergera Ulysses mudaxaleyeke mezin e li sentaksa kurdî ya tekçûyî "
Ger ev îdîaya te rast be dêmeg hemî berhemên derçûne û wê derên tev av û av çûne/diçin. Wergera ku tu di çavê me re dikî hê derneçûye, dêmeg hemî berhemên berî vê te jî nivîsiye û wergerandine bê "sentaksa kurdî" ne. Dêmeg hemî berhemên te ji bo palpişt û danasîna wan bi peyv û hevokên wekî "kurmanciya reş", "gewre"... didan nasîn û di çavê me re dikir tev têkçûyî bûn. Bi gotinek din dêmeg te heta niha ji me re rast negotiye.