Diyarname
Piştî mirina Hugh Hefner niha hat îdîakirin ku kovara Playboy tê gritin.
Kovara Playboy bi fotografên erotîk ji sala 1953'yan de li dinyayê nav da. Kovar ji aliyê Hugh Hefner ve hat derxistin û her hejmara wê li dinyayê bi mîlyonan dihat firotin. Rojnameya DYA'yê Wall Strett Journal ragihand ku piştî avakarê wê Hefner di meha rezberê de mir kovar xwe amade dike ku dawî li weşana xwe bîne.
Yek ji rêveberên koma Rizvi Treverse Ben Kohn ku piraniya hîseyên PLayboy di destê wan de ne gotiye ku wan bala xwe daye televîzyon, night klub û qumarxaneyan loma di salên dawî de firotina kovarê daketiye û loma ew difikirin ku kovarê bigirin.
Kovarê par biryar dabû ku êdî wêneyên keçikên tazî neweşîne.