Diyarname
Li Rojava îro du nûçeyên girîng hatin belavkirin ku yek ji wan bi paşvexistina hilbijartinê ye û ya din jî avakirina partiyek û artêşek hevbeş bû.
Hilbijartina Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriye hate taloqkirin
1-Komseriyê Hilbijartina Bilind li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo civînek lidar xist. Hevsaeroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif, Hevserokên Komîseriyên Bilind ên Herêmên Cizîr û Firatê di civînê de amadebûn.
Di civînê de raporên xebatên komseriyan hatin xwendin û nirxandin. Her wiha kêmanî û pirsgirêkên di qonaxa yekemîn û qonaxa duyemîn ên hilbijartinan de derketine jî hatin destnîşankirin. Di civînê de rê û rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan hatin gotûbêjkirin.
Komseriya Hilbijartina Bilind di dawiya civînê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku wan dema hilbijartinên qonaxa sêyemîn a hilbijartinê taloqkirine. Wiha hat gotin:
“Komseriya Hilbijartinê ya Bilind di civîna xwe ya 4’ê çileya (rêbendana) 2018’an de ji ber tengbûna dem, biryar da ku dema hilbijartinên 'Kongreya Gelan' û 'Meclîsa gelan' taloq bikin. Komserî niha bi karê hilbijartinên hevserokatiya meclisên kanton, navçe û bajarokan ve mijûl e.”
Avakirina partî û artêşek hevbeş
2- Hêzên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dikin ku partiyeke fireh ku pêkhateyan bigire nava xwe ava bitin. Tê gotin ku partiyeke ji PYD'ê berfirehtir ku di nav de ji kurdan heta ereb, suryanî, ermenî, heta şiî, durzî, misilman û xiristiyan hebin dê ava bikin. Her wiha hat gotin ku hêzên ku di bin banê QSD'ê de hatine ba hev û heta niha şer kirine ketine nava hewldana ku "Artêşa Bakurê Sûriyeyê" ava bikin.