Diyarname
Li Tirkiyeyê bi kurtahî "KDV", bi gotina herî sade "bac" gelek navdar e ku ji piraniya tiştan sedî 18 bac tê girtin. Niha Erebistana Siûdî jî dest bi vê pergalê dike.
Li gor agahiyên ku hatine belavkirin li Erebistana Siûdî ji serê yekê mehê ve di warê karên birin-anîn, perwerdehî, tenduristî, otel û karên bankeyê de dê pergala girtina sedî 5 bacê dest pê bike.
Saziya Zekat û Dahatûyê ya Erebistana Siûdî gotiye ku di van waran de dê bacê bigirin. Hat gotin ku ev salek e li ser vê yekê dixebitin û 90 hezar kargeh bingeha xwe ya bacdanînê saz kiriye.