Hewlêr
Rêxistina Hawarçûnê ya Milî (PAO) li Hewlêrê, encama vekolînekî meydanî ya derbarê pirsa “tacîza seksî” ya di nava xwendekarên zanîngeh û peymangehan de eşkere kir. Li gorî rapirsiyê, ji %52'ê keçên zanîngehan rastê tacîza seksî hatine.
Rêxistina Hawarçûnê ya Milî (PAO) li Hewlêrê, li zanîngehên hikûmî û taybetî yên Hewlêr, Silêmanî, Germiyan, Soran û Helebceyê ev vekolîn pêk aniye.
Di çarçoveya vekolînê de 400 form bi ser xwendekarên keç hatiye dabeşkirin. Ji wan 321 kesan gotine, “belê, li dijî min tacîza seksî çêbûye.” Beşek ji xwendekarên van zanîngeh û peymangehan gotine, ku ji aliyê mamosteyan bi xwe jî li hember wan tacîz çêbûye.
Serpereştê vê rapirsiya Rêxistina Hawarçûnê ya Milî (PAO) li Hewlêrê, Elwend Tel’et, armanca wan a vê vekolînê ew e, ku balê bikişin ser diyardeyeke wiha ya veşartî ya di nava civaka Kurdistanê de û her wiha perdeya li ser vê mijarê rakin, zanyariyên çendanî û curên vê diyardeyê eşkere bikin.
Bi baweriya Elwend Telêt: “Diyardeya tacîza seksî tiştekî wisa nîn e, ku taybetî di nava zanîngeh û dibistanan de hebe, ji lewma ev diyardeyekî civakî ye, bingehên wî yên kûr ên çandî û civakî hene.”
Elwend Tel'et dibêje: “Di navbera destdirêjiya seksî û tacîza seksî de cudahî hene. Tacîza seksî curekî reftarê ye, ku kesek li hember kesekê ji rêgeza beramber dike, bi şêweyên zarekî yan jî bi amajekirina bi mebesta seksê.”
Serpereştê vekolînê her wiha dide xuyakirin: “Li gorî encamên rapirsiyê, tacîza seksî li hember ji % 73'yên beşdar hatiye kirin. Ji wan jî ji % 19.9 li zanîngehan, ji % 14.5 li peymangehan bûn. Ji % 9.5 jî li cihîn giştî bûne. Ev yek jî bi rêjeyekî bilind e. Bi awayekî giştî kesên amaje bi navê zanîngeh û peymangehan dane, rêjeya wan digihe ji %52yan.”
Nivîsîn: Necmî Salih (Ji Rûdawê hatiye girtin)