MURADA KENDA / ANHA / QAMIŞLO
Li gundê Girbawî yê Qamişloyê, cara yekê “Koperatîfa Mirîşkan” hate avakirin.
Koperatîf bi abonetiya 43 kesan hat avakirin. Her aboneyek ji mala xwe ji 5 heta 15 mirîşk anîn û tevlî koperatîfê kirin. Bi giştî 225 mirîşk û 25 dîk hatin komkirin.
Li herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê goştê mirîşkan û hêk bi buhayên bilind têne firotin. Li gorî rêveberên koperatîfê, bi rêya koperatîfên wekî vê, hem hêk û hem jî mirîşk wê bêhtir peyde bibin. Yek ji endamên koperatîfê Mecîda Şêxmûs Xelîl her roj av û êm dide mirîşkan. Bi vê yekê jî dixwaze mirîşkan zexm bike.