Hikumetê Kanala NRT girt
Silêmanî
Îþev li bajarê Silêmanî hêzên ewlehiyê bi ser avahiya televîzyona NRT de girtin û karmendên televîzyonê binçav kirin.
Nûçegihanê ajansa Rojrewsê Soran Hisên li cihê bûyerê wiha ragihand; “Li pêþiya televîzyona NRT barîkat hatine danîn û hêzên ewlehiyê rê nadin tu kes û çapemenî nêzî avahiyê bibin. Me wekî rojnameger xwest dîmen bigirin, lê bi tu þêweyek rê nedan me.”
Her wiha cigirê rêveberê NRT Kawe Ehmed li ser hesaba xwe ya Facebookê wiha ragihand; “Hêzek ewlehiyê bi ser qenala NRT de girtiye. Weþana qenalê rawestandiye û tevahî karmendên qenalê binçav kirine.”
Li aliyek din li gor ofîsa Wezareta Rewþenbîrî û Lawan a Hikumeta Herêma Kurdistanê ku îmzeya Wezîrê Rewþenbîrî û Lawan Xalîd Dûskî li ser e, wiha ragihand; “Li ser pêwendiya telefonê ya bi Waliyê Silêmaniyê, diyar dikin ku qenala NRT ya Erebî û Kurdî gel ber bi xwepêþandanê û serlêdana tundiyê ve biriye. Ev jî bûye sedema þewitandina navendên hikumet û cihên giþtî. Me jî ji bo hefteyekê biryara girtina vê qenalê da.”
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Baþûr xwepêþandanên îro (19'ê mehê)
- Agahiyên li ser xwepêþandanên Baþûr (18.12.2017)