Diyarname
Îro li Silêmanî, Ranya, Helebçe, Koyê, Kifrî, Qeladizê, Xurmal, Avreze ya Çemçemal, Teqteq û Akrê çalakiyên xwepêşandanê dom kirin. Li hin cihan ewlehiyê gule bi ser gel de barandin, mirî û birîndar çêbûn.
Li Ranya 5 xwepêşandar hatin kuştin
Li gor nûçeya Rojnewsê li navçeya Ranye ya Silêmaniyê piştî şewitandina navend û malbenda komîta YNK û Yekgirtûya Îslamî, gel berê xwe da baregeha PDK’ê ya li navçeyê.
Hêzên PDK’ê yên li baregeha Ranye dijî xwepêşanderan gule bi kar anîn, 5 xwepêşander hatin kuştin û 80 kes jî birîndar bûne.
Avahiyên hatin şewitandin
Li Ranyayê navenda YNK'ê û Malbenda Yekgirtûya îslamî hatin şewitandin. Li Kifrî Eniya Tirkmenan hat şewitandin. Li Teqteq û Koyê jî avahiyên partiyan û avahiya şaredarî, qeymeqamî dan ber agir.
Li Kifrî avahiya tirkmenan hat şewitandin
Li bajaroka Kifrî xwepêşanderan piştî ala Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê anîn xwarê, berê xwe dan ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bajarok.
Hêzên ewlehiyê gule li ser xwepêşanderan reşandin û rê nedan bikevin ofîsê.
Dîsa li Kifrî navenda Eniya Tirkmen hate şewitandin.
Li Teqteq û Koyê avahiyên partiyan hatin şewitandin
Li navçeya Koyê ya Hewlêrê û bajaroka Teqteqê ya Koyê ji danê sibehê ve xwepêşandan dom kirin.
Li navçeya Koyê xwepêşandaran ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran û beşek ji avahiya qeymeqamiyê şewitandin û di aloziyan de 17 kes birîndar bûn.
Li bajarokê Teqteqê ya Koyê jî navenda ceryanê, poste û geyandin û şarevanî şewitandin û dest danîn li ser avahiya ofîsa bajarok, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).
Her wiha Rojnews radigihîne ku li Koyê di navbera hêzên ewlehî û xwepêşandêran de alozî derket. Hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan guleyan bi kar anîn; kesek mir û 19 birîndar çêbûn.
Li Silêmanî pêşî li gel girtin
Li Silêmaniyê ku welatî dixwazin tevlî xwepêşandana li Sera ya Silêmaniyê bibin, hêzên ewlekariyê ji bo pêşiya wan bigirin guleyan li ser wan direşînin. Her wiha li bajêr tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin û gelek hêzên ewlehiyê li kolan û cadeyên bajêr bi cih bûne.
Li Çemçemal qedexeya derketina derve
Li navçeya Çemçemal a Silêmanî ji serê sibê de xwepêşandar li kolan0an bûn. Ber êvarkî Qeymeqamiya Çemçemal diyar kir ku ji saet 20:00 şûnde derketina derve qedexe ye.
Her wiha Qeymeqamiya Çemçemal ragihand ku sibe li tevahî sazî û navendên hikumetê yên Çemçemal û derdorê Çemçemal dê girtî bin, tenê li navendên ewlehî û nexweşxane wê xebatkar li ser kar bin.
Hevserokê Tevgeda Azadî yê Silêmanî winda ye
Tevgera Azadî diyar kir ku ji Hevserokê Tevgera Azadî yê herêma Silêmaniyê Azad Omer Mihemed agahî nayê girtin û got; “Gumanên me hene ku di çarçoveya vê pêla girtin û binçavkirinan de ji aliyê asayîşê Silêmaniyê ve hatibe binçavkirin.”
**
Nûçeya Eleqedar:
- Agahiyên li ser xwepêşandanên Başûr (18.12.2017)