Îro li bajarên Silêmanî û Helebçeyê, li navçeyên wekî Seyîdsadiq, Ranye, Qelediz, Sengeser, Derbendîxan, Kelar, Çemçemal, Pênciwên, Pîremegrun, Teqteqe, Çarqurne û Tekiye xwepêşandan hatin lidarxistin. Her wiha li qezaya Rewandûz hewldana lidar xistina xwepêşandanê hat kirin, lê hêzên ewlehiyê pêşî li welatiyan girt.
'Em dixwazin desthilat bi dawî bibe'
Di xwepêşandanan de dinavbera gel û hêzên ewlehiyê de alozî çêbûn. Xwepêşandêran jî ragihandin ku ew tenê ne ji bo daxwaza mûçe û xizmetguzariyê daketine qadan û gotin; “Em dixwazin vê desthilata binketî bi dawî bibe.”
Li Çemçemal birîndar hene
Li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmanî û bajaroka Tekiye ya girêdayî navçeya Çemçemal êvarkî xwepêşandan bi dawî hatin.
Li ser rewşa birîndarên ku di xwepêşandanê de bi fîşekên hêzên ewlehiyê birîndar bûne jî Cigirê Rêveberê Navenda Tenduristiya Çemçemal Eyub Heme ji bo ajansa Rojnewê wiha got; “Hejmara birîndaran ji 3 kesan gihaye 5 kesan. 2 ji wan birîndaran ên hêzên ewlehiyê ne. Her pênc birîndar bi fîşekê birîndar bûne.
Rojnewsê wisa gotiye: "Di xwepêşandanan de tenê hêzên ewlehiyê dijî xwepêşandêran fîşek bi kar anîne û xwepêşandêran fîşek bi kar neanîne. Lê li hinek cihan tê gotin ku xwepêşandêran jî fîşek bikar anîne."
Waliyê Silêmanî: Em piştgiriya xwepêşandanên medenî dikin
Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir saet 19:30’ê li avahiya Walîtiya Silêmaniyê têkildarî xwepêşandanên îro daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Em piştgiriya daxwazên rewa yên xwepêşandêran dikin. Piştgiriya hemû çalakî û daxuyaniyên bi şêweyek medenî dikin. Ez ji hemû welatiyan daxwaz dikim ku rêya çareseriya vê qeyranê bikin hilbijartin. Divê bi rêya hilbijartinan pirsgirêk bên çareserkirin. Guhertina desthilatî û hemû astên din pêwîstî bi rêya yasayî heye.”
Goran: 'Xwepêşandan ji bo guhertina sîstema desthilata nerewa ye'
Tevgera Goran saet 18:00’ê daxuyaniyek nivîskî belav kir û got; “Destkeftiyên gelê Kurdistanê bi hemû şêweyî li ber metirsî û gefên cidî yên neyar û dijminan in. Desthilata herêmê bi kar û kiryarên xwe bûye beşek ji projeyên ji destdana ew destkeftiyên bi salan e gelê me jê re xebat kiriye. Xwepêşandanên welatiyan li gel tevahî çîn û pêkhateyan ji bo guhertina sîstema desthilata heyî ye. Ji bo jiyan û wekheviya civakê ye. Ji bo ewlehî û bidestxistina mafên xwe ye. Hewldanek rewa ye. Tevgera Goran piştgiriyê wan dike. Daxwaza me jî ew e ku bi şêweyek rêxistinkirî û medenî daxwazên xwe yên rewa bigehînine desthilatên herêmê û cîhanê. Her wiha saziyên hikumetê û şexsî, baregehên hizbî û malên welatiyan bên parastin. Şêweyek ciwan ê xwepêşandanan bidin pêş. Peyama me ji bo hêzên pêşmerge, asay3iş û polîsên navxweyî ew e ku piştgirî û parastina xwişk û birayên xwepêşandêr bikin û ew jê berpirs bin. Her em vê hêviyê jî ji wan dikin.”
'Bila encumenek giştî bê avakirin'
Tevgera Azadî piştgiriya xwe ya ji xwepêşandanên welatiyên Herêma Kurdistanê anî ziman û got; “Divê ji aliyê muxalefet û gel ve encumenek giştî bê avakirin ku rêveberiya xwepêşandanan bike. Rê nede tu kesek desthilata xwe li ser bike.”
(Me ji çapemeniya Başûr ev agahî me dan hev)